HUDA PARê serdana malbata Kurd kir

7 endamên wê malbatê ji aliyê nijadperestan ve li Konyayê hatibûn kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li bajarê Konyayê serdana malbata Kurd kir, ku 7 endamên wê malbatê ji aliyê nijadperestan ve hatibûn kuştin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Berpirsê Karûbarên Civakî Abdullah Aslan û Berpirsê Karûbarên Hilbijartinan ên HUDA PARê Mahmut Şahin, li Konyayê çûn taziya malbata Kurd û sersaxî dan kesûkarên malbata Kurd a ku 7 endamên wan di êrîşekê de hatibûn kuştin.

Sê roj berê li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbateke Kurd êrîşeke çekdarî hatibû kirin û di êrîşê de 3 ji wan jin, 7 kes hatibûn kuştin.

Di êrîşê de Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogullari, Serpil Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogullari, Metin Dedeogullari ve Sibel Dedeogullari jiyana xwe ji dest dan.

Li ser êrîşê heta niha 14 kes hatin desteserkirin, lê belê lêgerîna Mehmet Altun ku vê komkujiyê kir, hîn jî didome.