Li Stenbolê polîsan avêtin ser ofîsa Mela Elî Kelek

Polîsên Tirkiyê avêtin ser ofîsa Mela Elî Kelek a li Stenbolê û 3 kesên li ofîsê desteser kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsên Tirkiyê avêtin ser ofîsa Mela Elî Kelek a li Stenbolê û 3 kesên li ofîsê desteser kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, Mela Elî Kelek ku xwe weke bijîşkê çendîn nexweşiyan dide nasîn, li navçeya Başakşehîr a Stenbolê ofîsek vekiriye û welatiyên li Tirkiyê hinek nexweşên xwe birine cem wî.

Mela Elî Kelek ku bi rê û rêbazên xwe yên taybet, goya nexweşan tedawî dike. Mela Elî li çend welatan geriyaye û hewl daye ofîsa xwe veke, herî dawî jî li Tirkiyê ofîsek vekiriye.

Li gor medyaya Tirkiyê, hêzên ewlehiyê avêtine ser ofîsa Mela Elî Kelek û sê kesan ji bo lêpirsînê desteser kirine. Herwiha hatiye diyarkirin ku dema polîsan çûne ofîsê, Mela Elî li wir nebûye.

Medyaya Tirkiyê destnîşan dike; rê û rêbaza ku Mela Elî Kelek bangewaziya wê dike, qedexekirî ye û tevî vê yekê jî gelek kes ji bo tedawiyê serdana wî dikin.

Mela Elî Kelek ku xwe weke bijîşkê olî dide nasîn, gelek caran vîdyoyên wî yên li ser medyaya civakî rastî bertekan hatine û beşek ji zanayên olî jî kiryarên wî baş nabînin û rexne lê digrin.