10 kes bi tometa kuştina malbata Kurd li Konyayê hatin desterserkirin

Lê heta niha kujerê sereke nehatiye girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – 10 kes bi tometa kuştina 7 endamên malbata Kurda li Konyayê hatin desteserkirin, lê heta niha kujerê sereke nehatiye girtin.

Roja 30ê Tîrmehê 2021ê li navçeya Meram a Konyayê, komeke nijadperestên Tirk êrîşî malbareke Kurd kiribû û 7 kes kuştin û piştre jî mal şewitandin.

Li ser vê êrîşê jî Polîsa Tirkiyê ragihand, 14 berguman bi kuştina wan 7 kesan hatin desteserkirin û piştî lêkolînê 10 kes hatin girtin û 4 jî hatin berdan.

Li gor zanyariyan jî, kujerê sereke yê wan 7 kesên Kurd, navê wî Mihemed Altun e û heta niha nehatiye dersteserkirin û polîs li dû şopa wî digerin.

Parêzerên Malbatê didin xuyakirin, her çend kujer wek kesekî were ditin jî êriş bi awayeke plankirî hatiye kirin û di nav kesên plan danîne de pispor hene.