Li Rojavayê Kurdistanê 35 kes bi Koronayê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 35 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 35 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 8 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 4 kes li Reqayê û 2 kes li Dêrazorê ne.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, 2 haletên başbûna ji vîrûsa Koronayê jî hatine tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18729 kesan, ji wan 1901 kes baş bûne û 768 kesan jî canê xwe ji dest dane.