Li Herêma Kurdistanê 24 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3172 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3172 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 24 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3172 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 785 kes li Hewlêrê, 825 kes li Silêmaniyê, 1442 kes li Duhokê, 39 kes li Helebceyê, 84 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 749 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 308 kes li Hewlêrê, 219 kes li Silêmaniyê, 178 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 31 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 244051

Mirin: 4858

Başbûn: 202729

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.