Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên Covid-19ê zêde dibe

Di 24 demjimêrên borî de 26 hezar û 822 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 122 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 26 hezar û 822 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 6 hezar û 96 kes baş bûne. 

Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 milyon û 514 hezar û 373 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 50 hezar û 450 kesan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.