Li Herêma Kurdistanê 3220 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3220 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 3220 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3220 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 754 kes li Hewlêrê, 927 kes li Silêmaniyê, 1400 kes li Duhokê, 349 kes li Helebceyê, 71 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 755 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 319 kes li Hewlêrê, 220 kes li Silêmaniyê, 156 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 40 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 247271

Mirin: 4872

Başbûn: 203484

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.