Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2755 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2755 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2755 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 662 kes li Hewlêrê, 649 kes li Silêmaniyê, 1237 kes li Duhokê, 46 kes li Helebceyê, 79 kes li Germiyanê û 82 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 12 kes li Duhokê, 3 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 777 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 305 kes li Hewlêrê, 216 kes li Silêmaniyê, 194 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 250026

Mirin: 4900

Başbûn: 204261

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.