Erdogan: Ji 214 şewatên daristanan 202 şewat hatin kontrolkirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji 214 şewatên daristanan ên li 46 bajaran, 202 şewat hatin kontrolkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji 214 şewatên daristanan ên li 46 bajaran, 202 şewat hatin kontrolkirin.

Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê şewatên daristanan de agahiyên herî dawî parve kirin.

Erdogan diyar kir: "Em xebatên xwe yên temirandina şewatên daristanê her dem bi zêdekirina wesayîtên xwe yên midaxaleyê yên ji bejahî û hewayê ve didomînin. Em ê welatê xwe tu carîn teslîmê çolê nekin, bêav nehêlin."

Li gor grafîka ku Erdogan parve kiriye; 18 balafirên amfîbîk, 850 arazoz û tankerên avê, 57 firoke, 150 makîneyên kar, 9 wesayîtên asîmanî yên bêmirov û 5 hezar 250 personel beşdarî xebatên temirandina şewatê bûne û diyar dike ku 4 balafir û firokeyeke ku ji dervayî welêt hat peydakirin jî dê beşdarî xebatan bibin.