Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1052 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1052 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 224 kes li Hewlêrê, 132 kes li Silêmaniyê, 666 kes li Duhokê û 30 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 3 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 614 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 251078

Mirin: 4911

Başbûn: 204875

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.