Firokeyên Amerîka baregehên Talîbanê bombebaran kirin

Bi biryara Serokê Amerîka Joe Biden, firokeyên şer ên Amerîkî baregehên Talîbanê li Efxanistanê bombebaran dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokê Amerîka Joe Biden, firokeyên şer ên ji cureya B-52 û Lockheed C-130 baregehên Tevgera Talîbanê li Efxanistanê bombebaran dikin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê piştrast kir, firokeyên Amerîkî hejmarek ji baregehên Talîbanê li bajarê Şibirxanê navenda wîlayeta Cozcanê bombebaran kirine û ziyanên mezin gihandine wan.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat, rojnameya “Times” ji hin jêderên ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkî veguhastiye ku bi fermana Joe Biden, hêzên asmanî yên Amerîkî baregehên Talîbanê li bakurê Efxanistanê hatine bombebarankirin.

Jêderan ji wê rojnameyê re diyar kiriye, firokeyên Amerîkî ji baregeha Edîd a li Qeterê ji bo lêdana Talîbanê li Efxanistanê difirin.

Diyar kir jî, şandina wan firokeyan ji bo lêdana baregehên Talîbanê li derdora bajarên Qendehar, Herat, Leşkerka navenda wîlayeta Helmend, ji bo ew bajar nekevin destê çekdarên Talîbanê.

Ev yek di demekê de ye, di çend rojên borî de hêzên Talîbanê bajarên Zirinc û Şibirxanê navendên wîlayetên Nîmroz û Cozcanê kontrol kiribûn.