Li Rojhilat kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek hatiye kuştin û kolberekî din jî hatiye birîndarkirin. Herwiha li bajarê Pîranşarê jî 2 kolber bi êrîşa Supaya Pasdaran birîndar bûne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di raportekê de eşkere kiriye îro roja duşemê 09.08.2021ê pasdarên Îranê êrîşî tîmeke kolberan kiriye û kolberek hatiye kuştin û kolberekî din jî birîndar bûye.
Kolberê ku hatiye kuştin xelkê Mehabadê ye û 47 salî ye û navê wî Umîd Xizrî ye û bavê 2 zarokan e.
Li aliyê din, duh 8ê Tebaxa 2021ê li çiyayan Pîranşarê hêzên Îranê êrîşî koberan kiriye û kolberên bi navê Mihemed Çûkelî û Mihemed Husên birîndar bûne.