Li Herêma Kurdistanê 2543 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2543 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2543 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2543 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 668 kes li Hewlêrê, 1137 kes li Silêmaniyê, 578 kes li Duhokê, 56 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê û 50 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 1 kes li Gemriyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 736 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 310 kes li Hewlêrê, 227 kes li Silêmaniyê, 111 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 64 kes li Germiyanê û 14 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 256001

Mirin: 4951

Başbûn: 206226

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.