Omêd Xoşnaw: Serokwezîr budceyeke taybet ji bo çareseriya hişkesaliyê terxan kir

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand; ji bo çareseriya hişkesaliya li Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê budceyek ji bo parêzgeha Hewlêrê terxan kir.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand; ji bo çareseriya hişkesaliya li Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê budceyek ji bo parêzgeha Hewlêrê terxan kir. Ji bilî vê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe jî budceyeke taybet ji bo heman mebestê, ji bo derbasbûna qeyrana hişkesaliyê dabîn kir.

Omêd Xoşnaw di civîneke çapemeniyê de ragihand; Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê jî alîkariya parêzgeha Hewlêrê kiriye, bi ragihandina helmetek ji bo kêmkirina bandorên hişkesaliyê, ku bi vekirina bîreke ava paqij li Qûştepe, dest pê kirin.

Xoşnaw destnîşan kir ku ew bîra avê ku bi kûrahiya 670 metre li Qûştepe hatiye vekirin, kûrahiya wê gihiştiye asta metirsîdar. Loma daxwaz dike ku welatî avê bi baldarî bi kar bînin.