Tevgera Talîbanê kontrolkirina paytexta heftemîn wîlayeta li Efxanistanê ragihand

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand; çekdarên tevgera wan paytexta wîlayeta Ferah a li rojavayê Efxanistanê kontrol kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand; çekdarên tevgera wan paytexta wîlayeta Ferah a li rojavayê Efxanistanê kontrol kirine.

Zebîhullah Mucahîd li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; baregeha hakimê wîlayetê bi temamî ji çepeliyên dijmin hat paqijkirin, ev jî weke amajeyek ji bo hêzên serbazî yên hikûmeta Efxanistanê.

Berdevkê Tevgera Talîbanê gotiye; ew hêzên mane dijmin in û ji bo derxistina hêzên Kabulê li çend deverên din jî tevegera wan pêşveçûnên xwe didomînin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî bajarê Aybekê, navenda wîlayeta Semengan, Ferah heftemîn paytexta wîlayetê ye ku ji destpêka êrîşên berfireh ên ji meha borî ve li Efxanistanê, ketiye destê çekdarên Tevgera Talîbanê.