Mesrûr Barzanî tekezî li ser aboriya bihêz û siberoja xelkê Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser erkên herî li pêş ên kabîneya xwe dike, ku pêwendiya wan bi çarenûsa siberoja xelkê Kurdistanê heye.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser erkên herî li pêş ên kabîneya xwe dike, ku pêwendiya wan bi çarenûsa siberoja xelkê Kurdistanê heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, bi navê "Avakirina aboriyeke bihêztir û fireçeşn ji bo xelkê Kurdistanê" vîdeoyek belav kir û ragihand: “Fireçeşnkirin û hemecûrekirina dahatan, erkekî li pêşîneya Hikûmeta Herêmê bûye.”

Di beşeke din a vîdeoyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nêrîna stratejîk a ji bo zemînxweşkirina çareseriya bingehîn a kêşeyan xistiye rû û tekez kiriye: “Hikûmetê hewla wê yekê da ku ji bilî dabînkirina budceyê, avakirina jêrxaneke aborî ya bihêz bifikire.”

Li ser wan armancên stratejîk ku zêdetirî du sal in, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wan hewl dide, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Ji bo ne tenê niha, ji bo siberojê jî em bikarin bawerî li ser dahatên navxwe bikin.”

Di vê çarçoveyê de, di dema temenê xwe de ku mehek di ser du saliya temenê wê re derbas bûye, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn projeyên mezin ên di warên pîşesazî, elektrîk, pîşesaziya xurek, çandinî û çavkaniyên av û ajalan de encam dane û proseyeke demdirêj ji bo reformên yasayî û bingehîn li ser gendelî, hederkirin û xirab bikaranîna serweta giştî girtiye ber, ku weke yek ji qeyranên sereke yên Herêma Kurdistanê tê dîtin.