Memoyê Efrînê li Hewlêrê tembûran çêdike

Memoyê Efrînê li Hewlêrê berdewamiyê dide karê çêkirina amûreyên mûzîkê
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Memoyê Efrînê ku 35 sal in tembûr û amûrên mûzîkê çêdike, 5 sal in li Hewlêrê berdewamiyê dide karê xwe.

Memo Cafer ji herêma Efrînê ye û ji berî 35 salan ve li bajarê Helebê dest bi çêkirina amûrên mûzîkê kiribû. Memo ji ber şerê grûpên çekdarên opozîsyonê û hêzên rêjîma Sûriyê, ji Helebê careke din berê xwe Efrînê û piştre jî gihîşt Hewlêrê û niha 5 sal in li Hewlêrê di dikanekê de ligel kurê xwe Ayaz berdewamiyê dide pîşeya xwe.

Memo li ser vê pîşeya xwe ji K24ê re got: “Ji temenê 15 saliyê ve min ji vî karî hez kir û min xwe fêrî wî kir. Dema min dikanek ji bo çêkirina tembûran vekir, ji meha destpêkê ve, gelek kes hatin û daxwaz kirin ez tembûran ji wan re çêbikin. Niha ez bi taybetî 3 amûran çêdikin, tembûr, ûd û biziqê. Di ber çêkirinê re jî, amûreke din jî ez nûjen dikim.”

Di rewşa ku Sûriya tê re derbas dibe û Efrîn jî dagîr bû, Memo Hewlêr hilbijart û koçberî ti cihekî din nebû û wek ew dibêje, ew bi berdewamiya pîşeya xwe li Hewlêrê ne poşman e.

Memo di vê derbarê de dibêje: “Ez gelekî bi Efrînê ve girêdayî me. Lê ji ber kar û depara jiyanê, ez bi neçarî li Helebê mam û kar dikir. Niha 5 sal in ez li Hewlêrê me, lê li cem min Herêma Kurdistan Efrîn e.”

Di nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dimînin de, gelek kesên xwedan pîşe û behre hene, Memo jî yek ji wan nimûneyan e.