Li Herêma Kurdistanê hejmara mirinên bi Koronayê gihîşt 5000 kesî

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1925 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1925 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1925 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 555 kes li Hewlêrê, 657 kes li Silêmaniyê, 567 kes li Duhokê, 53 kes li Helebceyê, 93 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Gemriyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1421 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 313 kes li Hewlêrê, 477 kes li Silêmaniyê, 484 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 105 kes li Germiyanê û 28 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 261627

Mirin: 5000

Başbûn: 209818

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.