'Hikûmeta Efxanistanê şirîkatiya hikûmetê pêşniyarî Talîbanê kir'

Hikûmeta Efxanistanê pêşniyara şirîkatiya hikûmetê li Tevgera Talîbanê kiriye ku niha beşek mezin ji erdê welat xistiye bin kontrola xwe.
Wêne: Anthony Loyd (The Times)
Wêne: Anthony Loyd (The Times)

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Efxanistanê pêşniyara şirîkatiya hikûmetê li Tevgera Talîbanê kiriye ku niha beşek mezin ji erdê welat xistiye bin kontrola xwe.

Li gorî ajansa AFPê ku dispêre çavkaniyên ji şanda danûstankar a hikûmeta Efxanistanê, hikûmeta Efxanistanê di hevdîtinên paytexta Qeterê bajarê Dohayê de, li Talîbanê pêşniyar kiriye ku eger şer bide rawestandin dikare bibe şirîkê hikûmetê.

Çavkaniyê li ser pirsa AFPê destnîşan kiriye, "Belê hikûmetê li Qeterê wekî navbeynkar pêşniyarek pêşkeş kir. Li gorî pêşniyarê li beramberî rawestandina şer Talîban dibe şirîkê hikûmeta Efxanistanê.”