Li Tirkiye û Bakur karmendên tendirustiyê ji betalkirina bêhnvedanan nerazî ne

Bi pêla nû ya pandemiya vîrusê re, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêhnvedan û îstifaya tendirustkaran dîsa hat rawestandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Bi pêla nû ya pandemiya vîrusê re, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêhnvedan û îstifaya tendirustkaran dîsa hat rawestandin. Sendîqa û saziyên tanduristiyê jî, li Diyarbekirê xwestin bi daxuyaniyekê bertek nîşanî wê biryarê bidin, lê daxuyanî hat astengkirin. Tendirustkaran ragihandin ku çareserî xesbkirina mafên tendirustkaran û zêdekirina barê wan nîne, çareserî zêdekirina tanduristkaran e. 

Li Diyarbekirê tendirustkar ji bo nerazîbûna xwe, ji biryara betal kirina bêhnvedan û îstifayên wan nîşan bidin, li ber Rêvebiriya Tendirustî ya Diyarbekirê bûn, lê hêzên ewlehiyê destûr nedan ku daxuyaniyê li hewşa saziyê belav bikin. Rêvebirên saziyên tendirustiyê jî wê helwestê şermezar kirin û anîn ziman ku ev 2 sal e, tendirustkar ji ber pandemiyê di şertên giran de kar dikin û her carê girankirina barê tendirustkaran ne çareserî ye.

Hevseroka Jûra Bijîşkan TTB a Diyarbekirê Elîf Turan ragihand ku tendirustkar êdî bê mecal in û îro jî xwestine ku nerazîbûnên xwe ragihînin, lê vê carê destûra ragihandina daxuyanî jî nehat dayîn û ew hem vê helwestê hem jî dest danîna li ser mafê tendirustkaran şermezar dikin.

Elîf Turan ji K24ê re diyar kir: “Betlaneyên tendirustkaran hatine betalkirin. Piştî 1’ê Tîrmehê ew qedexe rabûbû, lê niha careken din hat ragihandin. Me jî xwest vê biryarê protesto bikin û daxwazên xwe ji bo berpirs û rayedaran ragihînin, lê îro polîsan got ku hûn nikarin li vê derê daxuyanî bidin û sedem jî qanûn nîşan didin. Me gelek caran li vê derê daxuyanî daye, li hewşa rêvebiriya tendirustiyê me daxuyaniyan dida û tu pirsgirêk tunebûn. Qanûn heman qanûn in, lê îro çi guhêriye nizanim, bi awayekî kêfî muamele tê kirin. Me jî ev şermezar kir.”

Tendirustkaran daxuyandin ku çareserî, girankirina barê tendirustkaran û xesbkirina mafên wan nîne, çareserî, vegerîna tendirustkarên ku ji kar hatine dûrxistin û tendirustkarên ku bê kar in peywirdar kirin e. Lê rêyên ku çareseriyan peyda bikin, nayên bikaranîn.

Sekreterê Sendîqaya Tendirustkaran SESê yê Diyarbekirê Eyup Ay jî da zanîn ku ji ber 2 sal e tendirustkar di şertên giran de kar dikin, yên ku alternatif dibînin îstifa dikin û yên din jî dixwazin, bêhna xwe vebidin, lê ji şertên koleyan bêtir şert li wan tên ferzkirin.

Eyup Ay eşkere kir: “Ji destpêka pandemiyê ve, em dibêjin ku bi vê hejmara tendirustkaran, ev pêvajo birêve naçe. Lê Wezareta Tendirustiyê guhdariya tu rêxistinên pisporî û tendirustkaran nake û îro berdelên vê rewşê jî dîsa bi me tendirustkaran didin dayîn. Em dibêjin ku em jî mirov in û malbata me heye û pêwistiya me jî bi heskiriyên xwe re derbas kirina wextê heye. Lê şertên ku em tê de ne, me aniye asta nemanê û em êdî van şertan qebûl nakin.”

Tendirustkaran ragihandin ku eger rayedar di van rêbazan de berdewam bikin, ewê jî kar berdan jî di nav de, çaliyên têkoşîna xwe zêdetir bikin.