Encûmena Asayîşê "redkirina Îmarata Îslamî ya Efxanistanê" gotûbêj dike

Encûmena Asayîşa Navdewletî dixwaze reşnivîsa biryarekê gotûbêj bike ku tê de Tevgera Talîbanê hatiye şermezarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Navdewletî dixwaze reşnivîsa biryarekê gotûbêj bike ku tê de Tevgera Talîbanê hatiye şermezarkirin û gefa wê yekê lê tê xwarin ku ceza bi ser tevgerê de werin sepandin.

Estonya û Norwecê reşnivîsek pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kirine ku ji 15 welatan pêk tê. Di reşnivîsê de hatiye diyarkirin; Îmarata Efxanistanê ya Îslamî nayê naskirin û rê nayê dayîn ku ew îmarata îslamî vegere.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku Encûmena Asayîşa Navdewletî êrîşên Tevgera Talîbanê şermezar dike û encûmen amade ye cezayên zêdetir bi ser berpirsên Talîbanê de bisepîne.

Ev hewldana Norwec û Estonyayê piştî wê yekê hat, ku duh Kabulê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî daxwaz kir ku li ser rewşa Efxanistanê bicive.

Herwiha duh Amerîkayê dest bi valakirina balyozxaneya xwe ya li Kabulê kir û hikûmet hest bi nemana piştevaniya Amerîka û welatên rojava dike li hember êrîşên Talîbanê, ku heta niha %85ê axa Efxanistanê kontrol kiriye.

Îro jî Tevgera Talîbanê ragihand ku wîlayetên Hîrat, Qendehar, Helmend û Badgîsê kontrol kirine.

Amerîka û Brîtanyayê ragihandine ku ji bo derxistina karmendên balyozxaneyên xwe yên li Kabulê dê bi hezaran serbaz bişînin.