Elî Xamineyî: Rewş ji kontrolê derketiye

"Rojane 500 malbat ji ber Koronayê taziye radigihînin"

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand; niha Korona qeyrana mezin a Îranê ye, hejmara pêketin û mirinan gelek zêde bûye, di rojekê de 500 malbat taziye radigihînin.

Îran çend hefte ye bi berfirehî di nav pêla pêncem a belavbûna vîrusa Koronayê de ye, li gor nêrîna rayedarên tendirustiyê, Îran di rewşa herî xirab de ye, rojane 500 kes ji ber bandorên vê vîrusê canê xwe ji dest didin.

Pisporên tendirustiyê yên Îranê, daxuyaniya Elî Xamineyî bi metirsîdar bi nav dikin û dibêjin ku rewş ji kontrolê derketiye.

Çalakvanekî warê mafên mirovan ê Îranê Reza Behzadî ragihand; piştî rewş ji kontrolê derketiye, Xamineyî tê û vê yekê radigihîne, weke ku ew ne berpirsê van bûyeran e ku li Îranê diqewimin.

Reza Behzadî eşkere dike; hemû nexweşxaneyên tedawiya nexweşên Koronayê tije bûne û sîstema tendirustiyê ya Îranê nikare vê rewşê kontrol bike.