Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber lehiyê mirine gihîşt 40 kesan

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) diyar kir ku ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyan canê xwe ji dest dane.
Wêne: AA
Wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) diyar kir ku ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyan canê xwe ji dest dane û li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî winda jî didomin.

AFADê di daxuyaniya xwe ya li ser lehiya Deryaya Reş de ragihand; hemû sazî bi piştgiriya personel û wesayîtan ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyên me mirin. Dermankirina 9 welatiyên me li nexweşxaneyan didome. Li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî winda jî berdewam e."