Talîban roj bi roj nêzîkî Kabulê dibe

Çekdarên Tevgera Talîbanê ji bo dagirkirina peytexta Efxanistanê bajarê Kabulê roj bi roj xwe nêzîkî wî bajarî dike.

Navenda Nûçeyan (K24) - Çekdarên Tevgera Talîbanê ji bo dagirkirina peytexta Efxanistanê bajarê Kabulê roj bi roj xwe nêzîkî wî bajarî dike.

Roja înê 13ê Tebaxa 2021ê çekdarên Tevgera Talîbanê dest danîn ser leşkergeha wîlayeta Helmendê û Pul Elem û Kandaharê û ji destê hikûmeta Efxanistanê derxistin.

Bi dagirkirina Pûl Elemê, Talîban 50 kîlometreyan nêzîkî Kabulê bûye û Pûl Elem li başûrê Kabulê cih digire.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û NATOyê ji Efxanistanê, Talîbanê êrîşên xwe zêdetir kirin û di destpêka meha Tîrmehê jî de Talîbanê ragihandibû ku %85ê xaka Efxanistanê ketiye bin kontrola wan.

Li gor rêkeftina Amerîkayê û Talîbanê hêzên Amerîkayê dê di destpêka meha Îlonê de ji Efxanistanê vekişiyana, lêbelê Amerîkayê bi lez tevgeriya û gelek hêzên xwe ji Amerîkayê vekişandine.

Talîban tevgereke tunderew a çekdarî ya Efxanistanê ye. Di sala 1996an de Efxanistan kontrol kir û di sala 2001ê de bi êrîşên Amerîka û welatên endamên NATOyê rejima Talîbanê hat rûxandin.