Fermandarekî Talîbanê: Nabe çekdarên me xelkê bitirsînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarekî Tevgera Talîbanê piştî ku Kabula paytext kete destê wan ragihand, tevgerê ferman daye çekdarên xwe yên li Kabulê ku nabe tundûtûjiyê di derheqê sivîlan de bikin û divê xelk çalakiyên xwe yên normal bidomînin.

Ji aliyê xwe ve jî, Berpirsekî Amerîkî îro Duşemê ragihand piraniya dîplomatkarên welatên rojava ji Kabulê derketin. Hin dîplomatkar jî ji bo pêşkêşkirina alîkariyê mane.

Dîplomatkarên rojavayî, duhî bi helîkopteran ji balyozxaneyên xwe li Kabulê ji bo firokxaneyê hatin veguhastin, piştî ku Talîbanê ragihand, Kabul kete bin kontrola wan.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price ragihand, hemû karmendên Balyozxaneya Amerîkî li Kabulê ji bo cihekî aram li Firokxaneya Hamid Karazay a Navdewletî hatin veguhastin.

Diyar kir jî, artêşa Amerîka derdora firokxaneyê diparêze.

Berdevkê Polîtburoya Tevgera Talîbanê Mihemed Neîm duhî piştî ku çekdarên Talîbanê destê xwe danîn ser Kabulê ragihand, şer li Efxanistanê bi dawî bû û awayê hikumraniyê dê di demeke nêzîk de diyar bibe.