"200 rayedarên Efxanistanê ligel serokê dewletê reviyan"
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokê Efxanistanê Tariq Ferhadî ragihand; 200 rayedarên berê yên Efxanistanê ligel Eşref Xenî reviyane.
Tariq Ferhadî diyar kir: “Piştî reva ji Efxanistanê, Eşref Xenî bû yek ji serkirdeyên berê yê welatê me.” Herwiha got: “Talîban niha rastiyek e û ev tevger welat birêve dibe. Divê serkirdeyên Talîbanê ji Dohayê vegerin, da ku berpirsyariya parastina asayîşa welat bigrin stûyê xwe.”
Roja yekşemê, Eşref Xanî ragihandibû; di dema hatina çekdarên Talîbanê nav Koşka Serokatiyê de, ji bo ku xwîn nerije, reviyaye.
Herwiha li ser hesabê xwe yê facebookê ragihandibû; eger ji welat derneketa, canê bi milyonan nişteciyên Kabulê dê biketa metirsiyê.
Roja yekşemê, piştî ku çekdarên Tevgera Talîbanê ketin nav paytexta Efxanistanê bajarê Kabulê û Koşka Serokatiyê kontrol kirin, Serokê Dewletê Eşref Xenî ji welat derket.