Neteweyên Yekbûyî derbarê Efxanistanê de bang li civaka navdewletî kir

Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres ragihand; hemû cîhan alozî û tirsa li Efxanistanê temaşe dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî piştî kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Tevgera Talîbanê ve, civîneke bilez kir.

Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres di axaftina xwe ya li Encûmena Asayîşa Navdewletî ragihand; hemû cîhan alozî û tirsa li Efxanistanê temaşe dikin.

Antonio Guterres, bo hemû aliyan û di serî de jî bo Talîbanê banga aramiyê kir û got: “Niha dema yekbûnê ye. Divê civaka navdewletî ji bo ku li Efxanistanê mafên mirovan werin parastin, werin ba hev û yekdeng bibin.”

Guterres diyar kir: “Ez bang li Encûmena Asayîşa Navdewletî û civaka navdewletî dikim ku ji bo çewisandina gefa terorê ya cîhanî ya li Efxanistanê û ji bo parastina mafên mirovan ên bingehîn, hemû alavên di destê xwe de bi kar bînin û bibin yek û bi hev re tevbigerin.”