Li Tirkiyê hejmara miriyên ji ber lehiyê gihîşt 74 kesan

Serokatiya Rêveberina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand; ji ber lehiya li Deryaya Reş hejmara kesên ku mirine derket 74 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Rêveberina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand; ji ber lehiya li Deryaya Reş hejmara kesên ku mirine derket 74 kesan.

AFADê li ser lehiya ku li rojavayê herêma Behra Reş çêbû, ragihand; li Kastamonuyê 62, li Sînopê 11, li Bartinê jî welatiyek miriye û tedawiya 8 kesan li nexweşxaneyan dewam dike.

Piştî lehiyê li Ulusa navçeya Bartinê 341, li Kastamonuyê 1480, li Ayancika navçeya Sînopê û taxên wê 560 mexdûrên lehiyê hatin veguhestin.