Kazimî tekezî li ser pabendbûna hikûmeta xwe bi rêkeftina Şingalê dike

Serokwezîrê Iraqê bi boneya salvegera komkujiya Kurdên Êzidî, îro serdana gundê Koço yê ser bi navçeya Şingalê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tekezî li ser pabendbûna hikûmeta xwe bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir.

Mistefa Kazimî bi boneya salvegera komkujiya Kurdên Êzidî, îro serdana gundê Koço yê ser bi navçeya Şingalê kir, ku nişteciyên gundê Koço di sala 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.

Kazimî di serdana xwe de diyar kir: “Ev der cihekî pîroz e û axa Şingalê dê her dem bi zindî di wijdana iraqiyan de bimîne.”

Li ser mijara rêkeftina Şingalê, ku di Cotmeha sala borî de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatibû îmzekirin, Mistefa Kazimî destnîşan kir ku hikûmeta wî pabend dibe bi cîbicîkirina wê rêkeftinê û got: “Hewldanên me ji bo vê mebestê berdewam in.”

Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku cîbicîkirina wê rêkeftinê dê bibe sedema destpêkirina projeyên avakirina vê navçeyê û careke din xoşewîstî û pêkvejiyana navbera pêkhateyan vegere wê deverê.

Hêjayî gotinê ye ku Mistefa Kazimî beriya serdana gundê Koço bike, bi serdaneke neçaverêkirî gihîştibû bajarê Mûsilê û serdana aliyê rastê yê Mûsilê kiribû, ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de wêrankariyeke mezin li wî aliyê bajêr rûdabû.