Çavuşoglu: Em peyamên Talîbanê erênî dibînin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê radigihîne, Enqere heta niha bi erênî li peyamên Talîbanê dinêre û dê piştevaniya yekîtî û aramiya Efxanistanê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê radigihîne, Enqere heta niha bi erênî li peyamên Talîbanê dinêre û dê piştevaniya yekîtî û aramiya Efxanistanê bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Emmanê Paytexta Urdinê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî ku Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî ji welat derket, li Kabulê valahî çêbûye û bi geşedanê re jî rêvebirî ketiye destê Talibanê.

Çavuşoglu destnîşan kir, Talîbanî jî di nav de, Tirkiyê dê bi hemû aliyên Efxanî re pêwendiyên xwe bidomîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: “Em bi erênî li peyam û daxuyaniyên Talîbanê dinêrin.”

Çavuşoglu tekez kir jî, welatê wî dê piştevaniya aramî, ewlehî û pêşketina aboriya Efxanistanê bike.