Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî serdana Kurdistan24ê kir

Jeanine Plasschaert di dema serdana Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê de behsa rola medyayê di proseya demokrasî û pêşvebirina mirovî de kir.

Hewlêr (K24) - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Plasschaert di dema serdana Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê de behsa rola medyayê di proseya demokrasî û pêşvebirina mirovî de û astengiyên ku medyakar li Iraqê rûbirû dibin, kir.

Îro sêşemê 17ê Tebaxa 2021ê Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê serdana Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî Mihemed Hacî Kerîm û hejmarek berpirs û rojnamevanên saziyê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de rewşa medyayê li Iraqê, astengiyên li ber karê rojnamevanan li Iraqê, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat axaftin, ku bi awayekî berdewam ji aliyê hêzên ewlehiyê û komên çekdar ve astengî li ber wan tê danîn. Herwiha behsa rola Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê di şopandin û lipeyçûna rojnamevaniyên ser asta Iraqê û welatên derdorê hate kirin.

Di civînekê de behsa girtina ofîsên Kurdistan24ê yên li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate kirin.

Jeanine Plasschaert destnîşan kir ku karê rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê li gor herêmên din ên Iraqê ciyawaz û pêştir e, ev yek jî di hevdîtinan de ligel rayedarên Herêma Kurdistanê behs kiriye û tekez kiriye ku divê Herêma Kurdistanê karên zêdetir ji bo pêşxistina destkeftan û azadiyên ku ji bo karê medyayê hene, bike.

Kurdistan24 weke saziyeke lêkolîn û ragihandinê di 31ê Cotmeha sala 2015an de dest bi weşanê kir, weke navendeke medyayî ya hemecûre, bi awayekî dirûst û profesyonel û li gor prensîpên berpirsyariya civakî, erkên pîşeyî li hember niştiman, takekesên civakê, azadiya kesan bicih digihîne.