Pentagon: Em ligel fermandarên Talîbanê di pêwendiyê de ne

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) piştrast dike ku ew ligel fermandarên serbazî yên Tevgera Talîbanê yên li Efxanistanê di pêwendiya berdewam de ne.

Hewlêr (K24) – Pentagon piştrast dike ku ew ligel fermandarên serbazî yên Tevgera Talîbanê yên li Efxanistanê di pêwendiya berdewam de ne.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand: “Fermandarên me yên li Balafirgeha Kabulê hemahengî û pêwendiya wan a berdewam ligel fermandarên Talîbanê yên li derveyî balafirgehê heye.” Herwiha eşkere kir: “Heta niha Talîban ti destwerdanek li proseya vekişîna serbaz û dîplomatkarên me yên li Kabulê nekiriye.”

John Kirby diyar kir: “Gotûbêj û pêwendiyên me ligel Talîbanê heye. Em ê encama vê hemahengiyê bibînin, ez nakevin hûrgiliyan, çimkî heta niha ti destwerdanek li balafirgehê ji aliyê Talîbanê ve li ser proseya veguhestina serbaz û dîplomatkarên me rûnedaye.”

Kirby eşkere kir: “Heta niha dema ji bo vekişîna bi temamî ji Efxanistanê heta dawiya vê mehê ye, lê belê dibe ku em vê proseyê bilez bikin û ev dem were pêşxistin.”