Partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistanê derbarê Talîbanê de çi difikirin?

Nêrînên partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistanê li hember vegera desthilata Tevgera Talîbanê.

Hewlêr (K24) – Partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistanê li hember vegera desthilata Tevgera Talîbanê li Efxanistanê bi ser du nêrînan ve dabeş bûne, aliyek kêfxweş e û weke serkeftinê dibîne, aliyek jî hîn bi guman e. Bizûteneweya Îslamî ya Kurdistanê yekem hêz bû ku pîrozbahî li Talîbanê kir.

Endamê Serkirdetiya Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê Kemal Zirarî ji K24ê re diyar kir: “Tiştê li Efxanistanê qewimî, li gor me serkeftina Tevgera Talîbanê ye, ne tenê serkeftina bi ser wê hikûmeta Efxanistanê, serkeftina li hember şerê ku 20 sal in Amerîka û hevpeymanên wê li hember Talîbanê dikir.”

Kemal Zirarî destnîşan kir: “Di sala 1994an de Tevgera Talîbanê çêbû, wê demê serkeftin bi dest xistibû, lê piştre ji ber hebûna El Qaîde têk çû, hebûna rêxistina El Qaîdeyê li ber çavan girt, ji ber ku wê demê El Qaîde hêzeke mezin bû, Talîban nikaribû xwedî biryara xwe bibe, çimkî gelek caran biryarên wê bi dilê El Qaîde nebûn, lê niha Talîban xwediyê biryara xwe ye.”

Komela Dadgerî ya Kurdistanê jî di wê baweriyê de ye ku Talîban guheriye û Talîbana niha ji ya 20 sal berê cudatir e, niha vekirîtir bûye û "eger li ser vê siyaseta xwe berdewam bibe, dê bi ser bikeve".

Endamê Encûmena Bilind a Komela Dadgerî ya Kurdistanê Şiwan Raber li ser vê mijarê dibêje: “Eger Amerîkayê Efxanistan ji bo Talîbanê vala nekira, nikaribû vegere, çimkî valakirina Amerîkayê xweşkirina rê bû ji bo vegera Talîbanê.”

Şiwan Raber destnîşan kir: “Niha ku Talîban desthilata Efxanistanê girtiye destê xwe, di daxuyaniyên wan de xuya dike ku li hember navxwe û welatan, di rêbazên xwe de guhertin kirine, dixwazin ji berê baştir hikûm bikin, eger siyaseta xwe biguherînin, dê berdewam bibin, egerna tundrewî bi kar bînin, careke din welatên cîhanê bi ser wan de werin, bi taybetî jî Amerîka, lê niha Talîban dibêje; em azadî ji bo xelkê tînin û mafên xelkê diparêzin û xwendinê ji bo keçan jî azad dikin.”

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê naxwaze niha bi lez bike û bi guman li peywendî û danûstandinên navbera Amerîka û Talîbanê temaşe dike. Ji bo Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi temamî mijar zelal nebûye ku çawa Talîban û Amerîka ji şer û aloziyan gihîştin aştî û alîkarîkirina hev.