Dadgehê biryara darvekirinê da çekdarekî DAIŞê

Dadgeha Kerkûk/Germiyanê biryara darvekirinê ji bo xwekujekî rêxistina terorîst a DAIŞê da.

Hewlêr (K24) - Dadgeha Kerkûk/Germiyanê biryara darvekirinê ji bo xwekujekî rêxistina terorîst a DAIŞê da.

Rêveberiya Asayîşa Germiyanê ragihand; çekdarê DAIŞê yê Ozbekistanî bi rêya Tirkiyê û piştre jî di ser Sûriyê re xwe gihandiye Qeretepe û kiryareke terorîstî encam daye.

Çekdarê DAIŞê yê bi navê Azadbeg Zefer Begovîç Şakire yê temen 32 salî, roja 14.07.2014ê bi otomobîlekê kiryareke xwekujî li Qeretepe pêk aniye, lê bixwe birîndar bûye û ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya asayîşa Germiyanê dadwerê lêkolînê yê dadgeha tewanên Kerkûk/Germiyanê roja 17ê Tebaxa 2021ê biryara darvekirinê ji bo wî terorîstê Ozbekî daye û ew şandiye rêveberiya girtîgeha Silêmaniyê.