Bernard Henri Levy çû wîlayeta ku ne di kontrola Talîbanê de ye

Nivîskar û fîlozofê fransî Bernard Henri Levy çû wîlayeta Pencşîr, ku hîn ji aliyê Talîbanê ve nehatiye kontrolkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û fîlozofê fransî Bernard Henri Levy çû wîlayeta Pencşîr, ku hîn ji aliyê Talîbanê ve nehatiye kontrolkirin û ligel kurê Ehmed Şah Mesûd civiya.

Hêzên Tevgera Talîbanê hîn berê xwe nedane wîlayeta Pencşîr ku Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûd ê ku bi nasnavê "Şêrê Pencşîr" tê nasîn, li wir niştecî ye.

Bernard Henri Levy weke danerê nexşeya "Bihara Erebî" tê binavkirin.

Levy herwiha bi dijayetîkirina îslamiyên tundrew tê nasîn û beriya niha helmeta medyayî li dijî Muamer Qeddafî û Beşar Esed encam daye.

Bernard Henri Levy ligel kurê Ehmed Şah Mesûd civiya