Li Diyarbekirê kirêya xaniyan ji mûçeyên karmendan zêdetir bûye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di her warî de bihabûneke bê pergal dest pê kiriye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di her warî de bihabûneke bê pergal dest pê kiriye û di nav salekê de kirêyên xaniyan jî ji %100 jî zêdetir biha bûne. Emlak firoş balê dikşînin ku li Diyarbekirê salane pêwistî bi 18-20 hezar xaniyên nû hene, lê di 2 salên dawî de teqrîben 10 hezar tên çêkirin û li gor pêwistiyê xanî nayên çêkirin, loma jî hem fiyetên xaniyan, hem jî kirê zêde bûne.

Fiyetên xaniyan û kirêyên malan li Tirkiyeyê û bakûr bi giştî kêmtirîn ji %50 zêde bûne. Li Diyarbekirê jî ew bihabûn hêj zêdetir e ku wek sedemên serekî, avanekirina malên nû û bihabûna giştî ya piyaseyê tê nîşandan.

Miheme Dalbal ji 30 sal zêdetir e ku karê emlakê dike û balê dikşîne ku di 2 -3 salên dawî de ji ber fiyetên melzemeyên înşaatê biha dibin û îmarên nû nayên vekirin li gor pêdiviya welatiyan xanî nayên çêkirin û ji aliyê din ve jî bihabûna bazar û piyaseyê jî dibe sedem fiyet û kirêyên xaniyan jî 2 qat û 3 qat zêde bibin.

Miheme Dalbal ji K24ê re diyar kir: “Malên ku sala borî 700-800 û hezar lîre bûn îsal 2500 – 3000 lîre ne. Dibêjin li gor enfilasyonê ji %18-20, lê kes li wî nanihêre. Ji sedî sed û zêdetir kirê zêde bûne. Em dibînin ku her ji aliyê xwe ve nêzîkî rewşê dibe. Bi çiqas zêde biçe, bi ew qas zêde tên dayîn. Tabî kontrolekî jî tune ye, lê kontrol hebe jî xwediyên xaniyan dibêjin, hêza pare nema ye, loma jî wiha ye.”

Li Tirkiyê ji %45 zêdetir yên ku kar dikin, bi kêmtirîn mûçeyê kar dikin û bihayê kirêyên xaniyên kevin jî li gelek taxan ji mûçeyên wan zêdetir in.

Welatî jî balê dikşînin ku her tişt biha dibe lê dahata wan heman e û ew jî nizanin ku dê çawa hem ciyê hewandinê peyda bikin, hem jî debara xwe bikin.

Welatiyekî bi navê Ramazan Kaya diyar kir: “Ez xwediyê mala xwe me, lê wek kirêkara me. Dahata min û lêçûnên min hevûdin xilas nakin. Ez 2 hezar 800 lîre moçe distînim, lê  xerckirina malê ji 5 hezarî zêdetir e. Piyese gelek xirab buye. Her kes li keysa xwe dinihêre û her roj jî xirabtir dibe. Em jî nizanin dê çewa bibe.”

Dergevanê xaniyan Mihemed Sidîq Vurgat destnîşan kir: “Kirê kêmtirîn ji %50 zêde bûne û xaniyên vala jî tünene. Kesên ku moçeya asgarî distînin jixwe nikarin xanî kirê bikin, yên karmend jî divê 2 kes kar bikin da ku yek ji wan kirê bide, yek jî xercên malê bistîne. Wekî din çare nema ye û rewş gelek zehmet e.”

Bi taybetî li bajarê Diyarbekirê peydakirina malên kirê, li gel ku ew qas zêdebûne jî gelek zehmet e û li piyaseyê jî fiyet her diçe fiyet girantir dibin. Li gor lêkolîna ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Karmend û Karkeran BÎSAMê ve hatiye kirin jî, sînorê birçîbûnê li Tirkiyeyê di nav salekî de ji 2 hezar û 864 lîreyî, derketiye 9 hezar û 906 lîre  û ev rewş jî gelek metirsîdar tê destnîşankirin.