Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê 85 xanî hatin karantînekirin

Ji ber belavbûna varyanta nû ya Koronayê 85 xanî heta 14 rojan hatin karantînekirin.
Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê
Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirinê ji ber belavbûna varyanta nû ya Koronayê 85 xanî heta 14 rojan hatin karantînekirin.

Varyanta nû ya vîrusa Koronayê (Covid-19) li Diyarbekirê bandorên xwe didomîne. Ji ber ku bi nexweşketiyên Koronayê re temas kirine, şêniyên 85 xaniyan hatin karantînekirin.

Li gor agahiyên ku peyamnêrê Kurdistan24ê ji mixtarê taxa ku hatiye karantînekirin wergirtine, nêzîkî 85 xanî, ji bo 14 rojan hatine karantînekirin.

Di 18ê Tebaxê de jî li Bismila navçeya Diyarbekirê 3 tax hatibûn karantînekirin.

Ji aliyê din ve, di nav hefteyekê de ji 50 hezarî zêdetir welatiyan xwe vaksîn kirine û li xalên ketin û derketina bajêr jî xizmetên vaksînkirinê hatine danîn.