Şam bang li Swîsreyê dike: Li biryara vekirina nûnertiya "Rêveberiya Xweser" vegere

Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweser

Navenda Nûçeyan (K24) – Şamê bang li rayedarên Swîsreyê kir ku biryara destûra vekirina nûnertiya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ji nû ve binirxînin û got, ew li dijî yasa û belgeyên navdewletî ye.

Di nivîseke fermî de ji Wezareta Derve ya Federal a Konfederasyona Swîsreyê re, Wezareta Derve ya Sûriyê got, vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsre, yasa û belgeyên navdewletî binpê dike.

Herwiha got jî: “Vekirina nûnertiyê li dijî perensîpên rêzgertina li serwerî û serxwebûna welatekî din û destêwerdana di karûbarên wî de ye.”

Wezareta Derve ya Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî “statuyeke neyasayî, çekên neyasayî li dijî dewleta Sûriyê û sivîlan li deverên ku ew kontrol dike bi kar tîne û li dijî yasayên niştimanî yên Sûrî û îradeya gel û hikûmeta wê kar dike” bi nav kir.

Ev di demekê de ye, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê roja 9ê Tebaxê ragihandibû, wan nûnertiya xwe ji Swîsreyê vekiriye.