Asayîşa Rojava: Li Kampa Holê du zarok hatin revandin

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; li kampa Holê, 2 zarokên jêrî 5 salî ji aliyê kesên cilên leşkerî li xwe kirine, hatine revandin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; li kampa Holê, 2 zarokên jêrî 5 salî ji aliyê kesên cilên leşkerî li xwe kirine, hatine revandin.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 zarok ji aliyê şaneyên veşartî ve hatine revandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şaneyên veşartî di kiryar û sûcên xwe de cilên leşkerî yên hêzên wan li xwe dikin û ragihand: “Şaneyên veşartî yên li kampê, li ser dizî, xapandina bi bihaneya ku bi hêzên me girêdayî ne, têkbirina aramî û belavkirina tevliheviyê dixebitin.

Ji bilî revandina zarokên kampê. Herî dawî şaneyan, 2 keçên ku navên wan Ruqeya Mihemed Mihemed 4 salî, Semer Mihemed Mihemed 3 salî revandin.

Hat eşkerekirin ku ew zarok sêwî ne, bê dê û bav in. Hêzên Asayêşê herî dawî tekez kir ku ew liv û tevgera van şaneyan dişopînin û dê di zûtirîn dem de wan bigrin û radestî edaletê bikin.