Iraq: Roja 28ê Tebaxê dê Lûtkeya Bexdayê birêve biçe

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ragihand; roja şemiyê 28ê Tebaxê dê Lûtkeya Bexdayê birêve biçe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ragihand; roja şemiyê 28ê Tebaxê dê Lûtkeya Bexdayê birêve biçe.

Beriya niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandibû ku Lûtkeya Bexdayê hewleke dîplomasî ya Iraqê ye ku Bexdayê bi vê yekê pêwendiyên xwe yên derve pêş dixe.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim diyar kir ku weke zanyariyên destpêkê, her yek ji Serokê Fransayê Emanuel Macron, Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî û Şah Ebdullahê Urdinê dê di vê lûtkeyê de amade bin.

Hesen Nazim eşkere kir ku vexwendname ji bo welatên Erebistana Siûdî, Îran, Tirkiye, Îmarat, Qeter û Kuweytê re hatine şandin, lê belê ew welat hîn bi fermî amadebûna xwe nîşan nedane, ku gelo dê beşdar bibin an na. Kuweyt jî piştevaniya xwe ji Lûtkeya Bexdayê nîşan daye.