Çar milyon dozên din ên vaksînê digihin Herêma Kurdistanê

Serokê Lijneya Kirîna Vaksînê yê li Wezareta Tendirustiyê Dr. Aram Rostem eşkere kir; heta dawiya îsal çar milyon dozên din ên vaksînê dê bigihin Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Serokê Lijneya Kirîna Vaksînê yê li Wezareta Tendirustiyê Dr. Aram Rostem eşkere kir; heta dawiya îsal çar milyon dozên din ên vaksînê dê bigihin Herêma Kurdistanê û bi vê yekê %40ê welatiyan dê vaksîna dijî Koronayê werbigrin.

Dr. Aram Rostem beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û ragihand: “Heta niha zêdetirî milyonek û 150 hezar vaksîn gihiştine Herêma Kurdistanê, heta dawiya îsal 4 milyon dozên din ên vaksînê dê bigihin Herêmê, bi vê yekê ew kesên pêwîstiya wan bi vaksînkirinê heye dê werin vaksînê werbigrin, ku hejmara wan 3 milyon û 255 hezar kes in.”

Rostem eşkere kir ku heta niha vaksînên ku hatine Herêma Kurdistanê, bi rêya hikûmeta Iraqê hatine û got: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam di gotûbêjan de ne, da ku em bi xwe bikarin dozên vaksînê ji bo welatiyên xwe dabîn bikin.”

Li ser mijara ku gelo çima heta niha Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê nekariye ligel kompaniyên vaksînê bigihe rêkeftinê, Serokê Lijneya Kirîna Vaksînê yê li Wezareta Tendirustiyê eşkere kir: “Pêvajoya kirîna vaksînê zehmet e, kompaniyên vaksînê bêhtir bi dewletan danûstandinê dikin, ne bi herêman, ji bilî vê, dema vaksîn tê kirîn, divê gelek hûrgilî derbarê wan de bizanin û ji aliyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) pesendkirî be.”

Herwiha ragihand ku Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di demeke nêz de ligel kompaniyeke navdar, ji bo kirîna vaksînê dê bigihe rêkeftinê.