Berdevkê Talîban bo K24ê: Li Efxanistanê cihê DAIŞê nîne

Berdevkê Talîban, Suheyl Shaheen li ser geşedanên li Efganistanê taybet bi Kurdistan24 re axivî.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di nav hefteyên dawîn de li Efganistanê geşedanên gelek mezin rûdan, û rewşa li deverê hê jî bi avayekî bênavber diguhere. Dîmenên Efganên ku hewl didin ji balafirxaneya Kabûlê cureyekê rêyên derketina ji Efganistanê peyda bikin bûn rojeva sereke ya cîhanê. Berdevkê Talîban, Suheyl Shaheen li ser geşedanên li Efganistanê taybet bi Kurdistan24 re axivî. Shaheen dibêje, ew di nav 3-4 rojên pêşîn de dixwazin hikûmeta Talîban damezirînin.

Piştî 15ê Tebaxê bi bidestxitina kintrola Kabûla paytexta Efganistanê ji aliyê Talîban ve, balansên li deverê bi temamî guherîn û guhertin hê jî berdewam e.

Talîban dibêje wan biserkeftinek zelal û eşkere bidestxistiye. Lê belê, bernameya Talîban ya piştî şerê ku ev 20 sal in berdewam e ne zelal e. Talîban dibêje ew dê hikûmeta xwe li gorî yaseyên Islamî avabikin, lê belê yaseyên Islamî di ware aboriyê de bi nîzama kûrevî ya îro re çi qas diguncivin?

Berdevkê Talîban Suheîl Shaheen ji Dohayê li ser wan pirsan taybet bi Kurdistan24 re axivî û got: “Dibe ku di nav 3-4 rojên pêşîn de em şêweya hikûmeta xwe kifş bikin. Vê gavê valahiya desthilatê heye. Hevdîtinên me yên bi partiyên curbecur re berdewam in. Bi taybetî me pêwistî bi kesên di warê teknîkî de biperwerde heye. Ji loma me ji xelkê xwe re jî got ku li Efganistanê bimînin. Lê belê beşek mezin yên ku direvin, ji ber şertûmercên aboriyê direvin.”

Li aliyê din Suheil Shaheen hinek kiryarên DAIŞê wek dirrindane bi nav dike û dibêje, ew bi tu avayî nahêlin DAIŞ li Efganistanê çalak be.

Suheyl Shaheen got: “Helbet em jî baş dizanin ku li ser rêya me gelek astengî hene. Lê belê ew astengî ne nû ne, ew 20 sal in dewleta me di bin dagira 54 dewletan de ye. Niha me devera Pencşîr dorpêç kiriye, lê belê em naxwazin xwîn birijînin û danûstandinên me bi Ahmad Massoud û Amrullah Saleh re berdewam in. Bêguman DAIŞ jî dê hewl bide ziyanê bigihijîne hikûmeta me. Lê belê hikûmeta me dê bi temamî Islamî be û tu hincet bo çalakiyên DAIŞ li Efganistanê namîne.”

Her wiha Suheil Shaheen li ser nîqaşên balafirxaneya Kabûlê ji Kurdistan24 re ragihand ku helwêsta wan ya li hemberî Tirkiyê piştî 15ê Tebaxê guheriye û heger di bin sîwana NATOyê de nebe ew dikarin bi Tirkiyê re hevkariyekê ava bikin. Doh nîvro berdevkê din yê Talîban Zabiullah Mojaheed gotibû ew balafirxane jî di nav de naxwazin hêzên Tirkiyê li qadê bibînin.