Berhem Salih: Pêwîstiya Iraqê bi komek hevkariyan heye

Berhem Salih: Çavê Iraqê li Fransayê ye, ta ku piştevanî û hevkariya Iraqê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih di konferanseke rojnamevanî ligel Serokê Fransa Emmanuel Macron de ragihand, “Pêwîstiya Iraqê bi komek hevkariyan heye, ji bo li ser pêyên xwe raweste, çavê wê li wê ye jî ku Fransayê bi hevkariyên xwe berdewam be.”

Serokomarê Iraqê Berhem Salih got: “Macron hevalê min û hemû Iraqiyan e. Di heyama salekê de, ew du car in serdana Iraqê dike. Me di civînê de guftûgo li ser pêwendî û hevahengiyên di navbera welatên me de kir. Fransa her dem di şerê li dijî terorê û pêkanîna aramî û aştiyê li herêmê de, piştevaniya Iraqê dike. Fransa hevbeşeke girîng a aborî, bazirganî û avedankirina Iraqê ye.”

Berhem Salih got jî: “Me di civînê de behsa birêveçûna lûtkeya Bexdayê kir. Me behsa wê jî kir ku Iraq ji çend salan ve bûye kêra milmilaneyên hin welatên herêmê. Amedebûna serkirde û nûnerên welatan di lûtkeya îro de, piştevaniyeke girîng ji bo serwerî û geşepêdana zêdetir ji Iraqê re ye. Hevdem jî, berjewendiyên hevbeş ên Iraqê bi welatan re û serxwebûna Iraqê, dibe sedema aramiya herêmê û rûbirûbûna terorê.”

Serokomarê Iraqê got: “Pêwîstiya Iraqê bi komek hevkariyên civaka navdewletî heye, ji bo li ser pêyên xwe raweste û aramî û aştî pêk were. Çavê me li Fransayê ye ku piştevanî û hevkariya Iraqê bike.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Fransa Emmanuel Macron di konferansa rojnamevanî de ragihand, “Hevkarî û hevahengiya baş di navbera Fransa û Iraqê de di warê aborî û rûbirûbûna terorê de heye. Ji bo aramiya Iraqê, hewl didin di çend mehên bê de çarçoveyeke nû bibînin, ji bo Iraq parastî be û ber bi pêş ve biçe. Fransa her dem bersiva daxwazên hikûmet û gelê Iraqê dide.”

Macron got: “Ji bo birêveçûna hilbijartineke pak û avakirina hikûmeteke dadperwer, hevkariya Iraqê dikin.”

Serokê Fransayê got destnîşan kir: “lûtkeya Bexdayê girîng e, ji bo dîtina çarçoveyeke nû ji Iraqê re. Amadebûna serkirde û nûnerên welatên herêmê li ser maseyekê, hewleke baş e ji bo çareserkirina pirsgirêkan û piştevaniya zêdetir li Iraqê û pêkanîna aramiyê ye.”