Serokatiyên Herêma Kurdistanê û Macron civiyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ligel her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê dicive û piştre jî dê ligel Serok Barzanî bi taybetî civînek pêk bîne.

Hewlêr (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ligel her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê civiya û piştre jî  ligel Serok Barzanî bi taybetî civînek pêk anîn.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana bajarê Mûsilê û Mizgefta Nûrî û dêra qedîm a bajêrê Mûsilê, gihîşte Hewlêrê.

Emmanuel Macron li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ve hat pêşwazîkirin.

Macron bi mebesta beşdarbûna Lûtkeya Bexdayê, roja şemiyê 28ê Tebaxa 2021ê gihîşte Bexdayê.

Piştî beşdariya Lûtkeya Bexdayê, serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Îro ji Hewlêrê çû bajarê Mûsilê, da ku wêrankariya şerê Mûsil û DAIŞê bibîne.

Serokê Fransayê di serdana Mûsilê de ji rojnamevanan re diyar kir: “Mûsil navenda DAIŞê bû, ji ber wê qurbaniyên sereke yên Mûsilê Misilman bûn. Min beriya niha diyar kiribû ku ti ol nikare bidome, eger ew jî weke DAIŞ'ê tundûtûj be. Em bi hemû pêkhateyên xwe bûne qurbanê DAIŞ'ê.”

Emmanuel Macron ragihand: “Erkekî mezin li pêş me ye. Divê em di şerê li dijî terorê de berdewam bin. Fransa piştevaniya avedankirina vî bajarî dike. Li Iraqê jî em hemû pêkhateyan han didin kar ji bo geşepêdana Iraqê bikin.”

Herwiha got: “Dubere dikim, em bi we re dimînin û hevkariya we dikin, ji bo avakirina welatê we, dibistanan, nexweşxaneyan û kelîseyan. Derfeta werberhênan jî baştir dikin.”

Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de, Serokê Fransayê got: “Di dawiya sala 2017an de, dema pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê xirap bûbûn, ji Parîsê ve kar li ser asayîkirina wê hat kirin û min hewl da pêwendiyan asayî bikim.”

Macron got: “Dizanim gelê Iraqê rûbirûyî şer û terorê bûn, lê belê em bi we re ne û bi we re dibin. Em piştevaniya we dikin. Min bi Serokwezîrê Iraqê re got ku kar ji bo rawestandina bombebarana Tirkiyê bike, koçberan û bi taybet Êzidiyan vegerîne cihên wan. Niha piraniya Êzidiyan li Hewlêr û Duhokê dijîn. Di vê derbarê de dixwazim pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim. Hevdîtina min bi Serokê Herêmê re hebû û îro serdana Herêma Kurdistanê. Spasiya Parêzgarê Neynewayê jî dikim, ew bi hemû pêkhateyan re kar dike û karê baş jî kiriye, lê belê divê ew rûbirûyî gendeliyê jî bibe. Mûsil herêmeke firehnetew e, em wek Fransayê dixwazin hevkariyê bi xelkê vî bajarî bikin.”

Macron behsa wê jî kir, “Dibe ku di rûyê cografî ve, DAIŞ dûr be, lê em berî hemûyan bûn qurbaniyên hizra tundrew û DAIŞê, ji ber wê divê civaka navdewletî bi hev re rûbirûyî terorê bibin.”

Serokê Fransayê tekez kir: “Ev serdana bo Iraqê, peyameke girîng e ku em li vir dimînin û heta dema Iraqî me dixwazin em li vir dibin. Projeyên me yên aboriyê jî hene ji bo xelkê vê herêmê sûdê ji projeyên me bibînin.”