Firokxaneya Kabulê kete destê Talîbanê

Amerîka şeva borî kişandina dawî leşkerê xwe ji firokxaneya Kabulê ragihand.
Hêzeke Talîbanê li firokxaneya Kabulê
Hêzeke Talîbanê li firokxaneya Kabulê

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka şeva borî kişandina dawî leşkerê xwe ji firokxaneya Kabulê ragihand. Piştî 20 salan jî, hêzên Tevgera Talîbanê derbasî firokxaneyê bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, erkê leşkerî yê hêzên wan ê 20 salan li Efxanistanê bi dawî hat û dawî leşkerê wan ji wî welatî vekişiya.

Pentagonê da zanîn jî, wan zêdetir ji 123 hezar welatiyên sivîl bi firokeyên xwe ji Kabulê derxistin.

Piştî belavbûna vê nûçeyê, şeva borî çekdar û alîgirên Talîbanê derbasî nava firokxaneya Kabulê bûn.

Ji aliyekî din ve û li gor daxuyaniyeke Wezîrê Derve yê Ameîrka Antony Blinken, hîn zêdetir ji 100 Amerîkiyan li nava Efxanistanê mane û beşek ji wan niyaza wan a derketina ji wî welatî nîne.

Blinken ragihand jî, “Erkê me yê leşkerî li Efxanistanê bi dawî hat. Serdemeke nû a pêwendiyên Washington û Kabulê dê dest pê bike.”

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Talîbanê Zebîhulla Mucahid ragihand, bi derketina dawî leşkerê Amerîka re, Efxanistan serxwebûna xwe bi dest xist. Herwiha got jî: “Em dixwazin pêwendiyên baş bi Amrerîka re deynin.”