Rêveberê Asayişa Zaxo: Tê gumankirin PKKê teqîna kampa Qadya kiribe

Pêştir çekdarên PKKê gefa kuştinê li efserê asayişê yê ku teqîn li nêzîkî mala wî rû daye xwaribû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî li kampa Qadya ya koçberên Şingalê li Zaxo teqînekê rû da û di encamê de 2 zarok hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Asayişa Zaxo Şivan Sindî ji K24ê re ragihand, “Teqîn bi riya bombeyeke TNY hatiye vedan û tê gumankirin ku ji aliyê PKKê ve ew bombe hatibe çandin, ji ber ku bombe li nêzîkî mala Neqîbê Asayişê yê bi navê Şêx Hesen bû û piştir jî çekdarên PKKê gefa kuştinê li wî xwaribû.”

Şivan Sindî aşkere kir: “Teqîn bi riya bombeyeke TNT hatiye çandin û kabil pê ve bû. Ev teqîn bi kiryarên PKKê ve diçe.”

Rêveberê Asayişa Zaxo diyar kir: “Pêştir jî bi heman awayî PKK bombe li cihên giştî danîbûn û Pêşmerge û endamên asayişê şehîd kiribûn.”