Hereketa Zimanê Kurdî serdana Ma Zarok kir

Şandeke ji rêvebiriya Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) serdana Ma Zarokê kir û bi zimanê Kurdî perwerdekirina zarokên Kurd girîng hat nirxandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Şandeke ji rêvebiriya Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) serdana Ma Zarokê kir û bi zimanê Kurdî perwerdekirina zarokên Kurd girîng hat nirxandin. Bal hat kişandin ku divê sazî û partiyên Kurd li zimanê Kurdî xwedî derbikevin û zimanê Kurdî jî bibe zimanê perwerdehî û zimanê fermî.

Şanda HezKurdê ku ji serokê komeleyê hiqûqnas Suphî Ozgen û rêbirên HezKurdê pêk hatî bû, li Diyarbekirê, serdana Ma Zarokê kir ku li Ma Zarokê perwerdehiya muzîkê di serî de, bi Kurdî perwerdehî ji bo zarokan tê dayîn.

Serokê HezKurdê Suphî Ozgen, xebatên Ma Zarokê girîng nirxand û bal kişand ku derfetên perwerdehiya zimanê Kurdî li Tirkiyeyê gelek hatine qelskirin û loma jî kar û xebatên ku Ma Zarok dike gelek girîng in. Ozgen anî ziman ku ew wek HezKurd, bi hemû sazî û dezgehan re pêwendî da tînin da ku astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û Kurdî jî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Suphî Ozgen ji K24ê re diyar kir: “Ma Zarok ji bo perwerdekirina muzîkê û fêrkirina zimanê Kurdî saziyeke taybet û girîng e. Em jî wek Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) me xwest em hev nas bikin û me vê dan û stendinê kir. Jixwe li ser medyayê em hev nas dikin, lê cara yekemîn e ku em bi mamostê Şêrko Kanîwar re rû bi rû hetin gel hev. Me xebatên wan li vir dît, atolyeyên perwerdehiyê xebatên wan me gelek  kêfxweş kir.”

Bal hat kişandin ku ji ber bi awayekî fermî perwerdehiya bi zaimanê Kurdî  tune ye, zarokên Kurdan jî bi pişaftinê re rîkal tên hiştin û ji bo pêşîlêgirtina pişaftinê jî saziyên wek Ma Zarokê gelek girîng in.

Rêvebirê Ma Zarokê Şêrko Kanîwar jî sipasiya xwe ji HezKurdê kir û da zanîn ku ew 25-30 kes, teqrîben 5 sal e hewl didin ku zarokên Kurd hêj beriya ji dayîk bibin û heta asta konservatuarê perwerdehî bidin zarokên Kurd ku ev xebat jî numeneyekiye li hemû cîhanê. Kanîwar balê jî kişand ku şert û merc çiqas qels bin jî din av 5 salan de teqrîben 5 hezar zarok serî li saziyê dane û ew jî bi atolayeyên xwe dê her tim hewla perwerdekirin û bipêşxistina zarokên Kurd bidin.

Şêrko Kanîwar ji K24ê re ragihand: “Me jî hewl da ku bi qasî hêza xwe ku em 25-30 kesên hezkirî û xemxwarên zimanê Kurdî û muzîka Kurdî ne; me hewl da em zarokên vî bajarî, bajarên  cîran, bi rêya medya civakî û medyayê jî zarokên Kurd bê muzîk û zimanê Kurdî nehêlin. Ji ber ku hêj jî zimanê Kurdî nayê qebûl kirin, em Kurd ‘yên dinê ne, zimanê Kurdî zimanê nayê zanîn’ tê pênase kirin. Tam di pêvajoyên wiha de hebûyîna Ma yê, çewa ku bi hezaran sal e ev ziman ma, ev çand ma, ev muzîk maye; Me jî got em mane, emê bimînin û divê ev ziman bimîne. Em hewl didin da ku asteke baş û paye bilind de bi sê zaravayên Kurdî, kurmancî, zoranî û zazakî hem xizmeta ziman û muzîka Kurdî bikin, hem jî nûnertiya wê bê bikin di qadên navneteweyî de.”

Ma Zarok bi taybet ji bo zarokên Kurd fêrkariya muzîk û hunerên cuda bi Kurdî dike û li bakûrê Kurdistanê bi taybet piştî 2016’an jî take saziye ku bi vî rengî xizmet û xeatên xwe didomîne.Rêvebirên saziyên jî tînin ziman ku ew bi piştgiriya civakê û bi şanazî van xebatan dimeşînin.