Şewata li geliyê Munzurê tê kontrolkirin

Li çar bajarên Bakurê Kurdistanê; li Dêrsim, Şirnex, Bîngol û Bedlîsê şewata daristanan berdewam dike. Tenê agirê li Geliyê Munzûrê hat kontrolkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li çar bajarên Bakurê Kurdistanê; li Dêrsim, Şirnex, Bîngol û Bedlîsê şewata daristanan berdewam dike. Tenê agirê li Geliyê Munzûrê hat kontrolkirin. Xebatên temirandinê ji bejahî û hewayê ve didome. Ji bajarên Meletî, Bîngol û Xarpêtê jî tîmên alîkariyê mudaxaleyî agirê li Dêrsimê dikin.

Li Dêrsimê xebatên temirandina agir û cemidandina bermayiyên agir berdewam dike. Saziyên civaka sivîl û rêxistinên fermî bi hev re ji bejahiyê ve û du elîkopter jî ji hewa ve hewla temirandinê agir didin. Ji bajarên Bîngol, Meletî, Xarpêt û Îzmîrê jî tîmên havarçûnê hatin Dêrsimê û beşdarî xebatan bûn. Parlementerê berê yê HDPê û siyasetmedar Mehmet Alî Aslan jî bi xwebexşane ji bo alîkariyê hatiye herêmê, Mehmet Alî Aslan got; ya dişewite ne daristan e dile wan e.

Siyasetmedar Mehmet Alî Aslan ji K24ê re got: “Ev 16 roj in ev agir dewam dike. Di mudaxaleyê de gelek dereng man. Lê belê dema ku şaredarî û gel lê xwedî derket ew jî lê xwedî derketin. Mixabin gelek cih şewitîn. Em jî bi hevalên xwe re wekî xwebeş em hatin vêderê. Ya ku dişewite ne daristan e, ew dile me ye. Di nav de heywan dişewite, di nav de her tişt dişewite.”

Hejmara welatiyên xwebexş û tîmên agirvemirandinê li gorî rojên destpêkê zêdetir bûn û gihişt 350 kesan. Welatiyên xwebeş kom bi kom û dor bi dûr piştî rêwitiyeke yek demjimêr xwe digihînin cihê agir û dest bi kar dikin. Şewata li nêzîkî Kaniya Firtana Welî bi giştî hat kontrolkirin. Xebatên cemidandinê dê berdewam bikin. Welatî dibêjin; divê ji hewayê ve mudaxale zêdetir bê kirin.

Çalakvanê parastina xwezayê Îmran Zelef: “Di nava daristanê de gelek darên hişkbûyîn jî hene, agir digre wan daran û temirandina agir zehmet dibe. Ji ber bayê em gelek zehmetiyan dikişinin. Em li hin cihan agir ditemirînin lê dîsa ji ber bayê agir digre daran.”

Çalakvanê parastina xwezayê Suleyman Camli: “Agirê li jûr hat kontrolkirin lê xebatên cemidandinê berdewam dikin. Her komek ji 30-40 kesan pêk tê, em hewla bi temamî vemirandinê dikin. Em hatin jêr, niha jî hevalên me diçin jûr û dê mudaxaleyî agir bikin.”

Çalakvanê parastina xwezayê Zeynep Ozel: “Em jî ji demjimêrên sibehê ve çûne serê çiyayî ango cihê şewatê. Me bi tevir û bêran hewla vemirandina agir da. Elîkopter jî tên û alîkariyê dikin lê divê zêdetir elîkopter an jî balafir mudaxale bikin.”

Çalakvanê parastina xwezayê Huseyîn Kuçuk: “Em ji Elmanyê ji bo bêhnvedanê hatibûn bajarê xwe; Dêrsimê. Lê dema me dît agir digre daristanên me, me jî xwest ku em beşdarî xebatên temirandinê bibin. Mixabin me dît ku gelek dar û nebat û ajal dişewitin. Bi van dîmenan dilê me jî dişewite.”

Agirê li daristina navçeya Hozat a Dêrsimê jî berdewam dike. Ji ber ku cihekî çiyayî ye piştî rêya du demjimêran welatî bi piyan digihin cihê bûyerê, di mudaxaleya ji bejahiyê ve dereng dimînin. Ji bilî Dêrsimê li hin herêmên daristanî yên Şirnex, Bedlis û Bîngolê hê jî şewata daristanê berdewam dike