Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1994 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1994 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 413 kes li Hewlêrê, 932 kes li Silêmaniyê, 545 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê û 28 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2390 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 295616

Mirin: 5405

Başbûn: 252719

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.