“Hikûmeta nû ya Efxanistanê, dê wek sîstema siyasî ya Îranê be”

Raporteke Amerîkî jî aşkere dike, hikûmeta ku Talîban kar li ser dike, wek hikûmet û sîstema siyasî ya Îranê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e di çend rojên bê de hikûmeta nû ya Efxanistanê bê ragihandin, raporteke Amerîkî jî aşkere dike, hikûmeta ku Talîban kar li ser dike, wek hikûmet û sîstema siyasî ya Îranê ye.

Rojnameya Washington Post di raportekê de belav kir, Talîbanê dest bi guftûgoyên pêkanîna hikûmeteke olî li Efxanistanê kiriye. Serkirdeyê Tevgera Talîbanê Heybetulla Axundzade serperiştiya wan guftûgoyan dike, dibe ku ew wek peykerê siyasî yê Îranê, xwe bike Rêberê Bilind ê Efxanistan.

Wê rojnameyê destnîşan kir, dibe ku hejmarek ji kesayetiyên diyar ên Talîbanê, postên bilind di wê hikûmetê de werbigirin, wek: Serokê Polîtburoya Talîbanê û yek ji damezrênerên tevgerê Ebdulxenî Birader. Serokê Komîteya Leşkerî ya Talîbanê û kurê Mela Mihemed Omer, Mela Mihemed Yaqûb. Herwiha serkirdeyê diyar ê Tora Heqanî, Sîracedîn Heqanî.

Pêştir endamê Şandeya Bilind a Talîbanê li Qeterê Ebas Ostankezî ragihandibû, hikûmeta nû ya Efxanistinê dê hikûmeteke giştgîr be û jin jî ji bilî posta wezaran de, dê di postê din de hebin, bi mercê ku hevkarî û alîgiriyê ji Amerîka re nekin.